Mewlûda Kurdî

Melayê Batê ya da Mela Hesenê Bateyî tarafından yazılan Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda Kurdî) olarak bilinen metnin Latince yazılışı.

Hemdê bê hed bo xwedayê alemîn

Ew xwedayê daye me dînê mûbîn

Em kirine ûmmeta xeyr-ûl beşer

Tabi?ê wî muqtedayê namuwer

Ew xwedayê malikê mûlkê azîm

Daye me mîrasa Qur?anâ kerîm

Dînê me kir kamîl û ni?met temam

Yanî daye me Ehmed û dar-ûs selam

Ew xwedayê bê nazîr û zûlccelâl

Bê mîsal û bê heval û bê zewal

Raziqê bê dest û pa û mar û mûr

Alîmê sirra ne gotî der sudûr

Karî sazê bende û sultannê can

Rahîm û rehman latîf û mîhrîban

Asîmanê bê sitûn Wi kir bedîd

Suretê bê xal û xat wî aferîd

Hîwîdarin em ji te şahê kerîm

Îhdîna ya rab sîrat-el mûsteqîm

Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem

Lê ji te îhsan û xufranâ kerem

Ya rab îmanê di xwazin em mûdam

Jêrê alâya muhemmed wes-selam

GER DİVÊTİN HÛN Jİ NARÊ BİBİN FELAT

Bİ EŞQ Û ŞEWQ HÛN Bİ BÊJİN ES-SELAT

Bert û bad her zaman û an û hîn

Ey Mihemmed sed hezaran aferîn

Ey şefî?ê darûyê her illetê

Dîde û bînahîya vê ûmmetê

Deste gîr û mistaxasê herdû kewn

Bo gunehkaran penah û pişt û ewn

Sallî ya rabbî ela xeyr-ûl beşer

Ta hebin teyr û bi xwinin ber secer

Ew hebîbê ronahîya heft asîman

Herdû alem qalib ew ruh û rewan

Xakî payê Ehmed ew beyt-ûl heram

Lew şerîfîn zemzem û rikn û meqam

Sallî ya rabbî êla xeyr-il wara

Ma teşîr-ûş-şems fîs-seb?il -ûla

Fexrê îbrahîm û îsmaîl û nûh

Mustafa ê ba wefa ê ba fitûh

Ma rameyte îz rameyte gûşîdâr

Destê wî destê xweda der kâr û bâr

Sallî ya rabbî êla xetm-ir rusûl

Ma yemûc-ûl aşîqûne fis-sibûl

Ew kelîmê xweş newayê çerxî tûr

Daxîdarê bo wî sîmayê bi nûr

Ey şefî?ê sahibê alâyî hâmd

Min hene bê hed Gûneh nîsyan û âmd

Lê me hîvî wasîqe dê ez feqîr

Jîrî alâya te bim roja êsîr

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Her kesê gûhdarê mewlûda nebî

Dergehê mîzgînîyan dê li vebî

Gotî wî peyxamberê alî sifet

Mewlûda min her kesê mezin biket

Ez şefî?ê wî me roja mehşerê

Dê vexwût ew tasek ava kewserê

Serfi mewlûda me yek dirhem fere

Hemberê yek kohê zêrê ehmere

Fî sebîl-îlleh bêbexşê ber feqîr

Qedrê mewlûdê bizanin hûn kebîr

Hem ji bo Bekr û Êmer hat ev xeber

Hem ji Osmân û Êlî çêbun eser

Dirhemek bêt serfê mewlûda nebî

Xeyrek mezin ji bo hasil dibî

Hem ji şêxan bû rîwayet ew xeber

Şêxê kerxî Fexrê razî bâ dîger

Her kesê hadir biket ew yek te?am

Bâ bixûr û şerbet û qedrek temam

Gazî biket îxwan û hilbêtin çira

Bête xwendin mewlûda xeyr-il wera

Tête heşrê ew digel xelqê berê

Yanî ba peyxamberanê enwerê

Her çi bînit hindî tiştê xwarinê

Dê mûbarek bit li ber vê xwendinê

Bête xwendin ger li avê ê vexût

Rehmi nazil cûmle ê îllet dibit

Bête xwendin ger li yek sikke dirav

Dê mubarek bit dirahîm bêne zehv

Her cihê lê bête xwendin rehme lê

Dê melek bêne tijî wê menzelê

Xanîyê lê bête xwendin ev salâ

Dê bibête ba?isê def?a belâ

Bo xwûdanê zadî û bo hem nûşîn

Her selatan dê bidine kerr û bîn

Dafi?ê cûmle hesûd û çav xerab

Der mezarê sehle lê redda cewab

Pir kesan dîtin keramet û eser

Ji xwendina mewlûda sultanê beşer

Her wekî hatîye gotin bê hîsab

Lê neşîm bêjim tâdwîlê Kîtab

Qedrê mewlûdê nizanim bêjim ez

Li yek hişyarbin dane bête cerge bez

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Girtî yek qebza ji nura xwe xweda

Gotî wê kûnî hebîbê Ehmeda

Hêj ne erş û ferş û kûrsî û qalem

Hêj ne lewh û enbîyayê muhteşem

Salîha tesbîh kirî nûra şikerf

Şeş miet elf û çihar û bîst û elf

Paşî bo wî çêkirin duwazdeh hîcab

Her yekî xweştir ji yâdî der hîsap

Qudret û ta?zîm û mînnet merhemet

Hem sa?âdet hem keramet menzîlet

Hem hîdayet hem nûbuwet rif?ete

Ta?ate yazdeh şefa?et temmete

Her yekî westabû têde çendî Sal

Lê?adet me sipare ilmê lâyezal

Her yekî tesbîhekî xas û cudâ

Daîmâ tesbîhê xwendin bo xwedâ

Paşî avête çihar behrê mezin

Wî xwedayê lâyezalê ins û cin

Behrê nûsret sanî behrê merhemet

Behrê qûdret behrê îrfan în hemet

Çûn ji behrê merhemet ew hate der

Qetre jê werya bi îlham ev qeder

Sed hezar û hem çihar û bîst û elf

Her yekî bû nebîyê dil şikerf

Paşî wî çêkir nûra nâmûwer

Cewherek lê kir nazer ew bû dûker

Nisfê ewwel dayî çavê heybetê

Nisfê sanî dayî çavê şefqetê

Hem kelî ew behr û kef da û dûxan

Kef buye erd û hem dûxan bu asîman

Nivîka di çêkirin çarî çîz

Erş û kursî û qelem lewhe temîz

Hate emrê padîşahê lâyezel

Malikê mûlkê celîlê zûc-celal

Ya qelem binvîs bi emrê padîşah

Ez çi binvîsim bi ferman ya îlah

Qale uktûb lâ îlah illâ ene

Hem muhemmed qasidê emrê mine

Sacîdû bê hiş kirî sed salî dî

Ser hîlîne got îlahî seyyîdî

Ez dizanim lâ îlâh îllâ tûwî

Ew muhemmed hemberî ismek bûwî

Kêjke ya sultanê ba cud û kerem

Padîşahê sermedê got ya qelem

Ger nebûya ew muhemmed lewh û erş

Min ne tânîne wucûdê ta bi ferş

Ney tû ney cennet û narê mezin

Cûmle eşya min ji bo wî çêkirin

Mûhbetê hingavtî şeq bû ew qelem

Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem

Serxwoş û şûkranê wî navê şêrîn

Paşî ba îlhamê rabb-ûl alemîn

Gotî ewwel ya muhemmed es-selam

Hem eleyke gotî rabbî lâyenam

Da cewaben an hebîbê izzetê

We eleyke es-selam û rehmetê

Bûye sûnnet lew selam û radd û ferd

Cûmle ehwal paşî hingî kirne erd

Wî nivîsî pêkve ûmmet qencîkâr

Cennetî û asîyan dê biçne nâr

Ûmmeta Ehmed nivîsî ehlê nûr

Ûmmet-ûn mûnzîbet-ûn rabb-ûn xafûr

Cûmle î ehwalê alem pêş û kem

Wî nivîsî bûrî û hişk bû qelem

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Çûn îradet hate sultanê refî

Çêkitin Adem bi vê şiklê bedî

Emrî hate goşê cebrail emîn

Qebda ê bêne ji beyda ê zemîn

Ew dilê erdê û hem hûsn û beha

Zîneta meknûn û dûrra bê bîha

Hatî cebrail û ba emrê letîf

Çengekî axê ji wê qebra şerîf

Girt û ba tasnîm û safî kir hevîr

Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr

Bu wekî dûrra sipî wê seatê

Xewta da der cûyîbarê cennetê

Emrê cebrail kirî paşî cûnan

Wî bi girê der zemîn û asîman

Berr û behr û şerq û xerbê alemê

Hate gêran hêj ne behsa Ademê

Nê hezaran Salê çûne axîrî

Ew nebî bû Adem hîj av û herî

Paşî hingî xaliqê her sûretê

Çêkirî Adem bi destê qûdretê

Pif kirî ruhê xwe ew bû nazenîn

Lew melek hatin ji bo wî sacidîn

Bû xezîne ew ji bo dûrra yetîm

Danîye pişta wî ew nûra azîm

Paşî bir avête baxê cennetê

Xeyrî darê jê bixwe her nîmetê

Saf bi saf westane pişta wî melek

Nazirê nûra muhemmed ew melek

Gotî Adem ew melaîk bo çi her

Wî li pişta min dikin daîm nezer

Rabbê alem gotî Adem ey mûlî

Tû ji bo nûra muhemmed hamilî

Ew hebîbê min di pişta te zûhûr

Lew melek têne temaşeyê ji dûr

Gotî Adem ey xwedawendî felek

Min divêt bêne pêş min ew melek

Hem bi firmanâ xweda wê seatê

Nûr ji piştê hate nîva cebhetê

Hin di bêjin hate tilya şahidê

Lê heqîqet her di zanitin xwedê

Mislê rojê hatîye ew câ felek

Hem teheyyûr Adem û hindî melek

Gotî Adem ya rabb ew nûra qebul

Maye tiştek gotî eshabê resul

Gotî adem ya îlahî qencebêt

Bête tilyan her çi maye min divêt

Nûra Bûbekri diwastayê Emer

Binsar û Osman di xinser misteqer

Hate îbhamê dibên nûra Elî

Şolê tilyan û cennet mûncelî

Hate Hâwa û nezer da nûrâ saf

Gotî ya Adem çi nûre pir şefaf

Gotî nûra yek nebîyê mezine

Seyîd û serwerî nesla min e

Çûnkî bê emrê ji Adem bû zîhar

Nûr ji enyê hate piştê bû sitar

Nê ji darê xwarin herdûkân şêrîn

Hûlle ê cennet ji bejnê da firîn

İhbîtû mînha cemî?en hate emr

Adema dê bête vehlâkin bi sebr

Der ser endîbê bi erdê ket girî

Çendî salan rohnikê wî bûn herî

Rohnikê wî şîn kirin dar û nebat

Çûn di erdê ded û pa û mayê mat

Pir girî û xweş girî bê hed gelek

Newhe ê înna zelamnâ çû felek

Rojekî ew der sûcudê bê mefer

Pir girî û hem li erşê kir nezer

Dît nivîsî lâ îlâhe îlâllah

Bâ mûhemmed ba resûlahê şah

Got bi heqqê an mûhemmed key te neqş

Wî kirî bâ ismê xwe ber saqê erş

Tû bi xafrînî min ê bêçare bê âh

Hate cebraîl û bâ emre îlâh

Ser hilîne Adema afwâ celîl

Bo te hat û rabe ey zîba cemîl

Hûrmeta navê mûhemmed an resûl

Tewbeya te Bû qebûl û her qebûl

Çûn ji Adem nûra muhemmed bû cûda

Hate pişta şîs û burhan-il hûda

Hate aslabê bîtûnê tahirê

Qet nebû yek Jê xerab û facirê

Fewqê Ednan tâ Ji Adem îhtîlâf

Tê heya lew bi tifâqê ev mesaf

Jêrê Ednan tâ bi Abdullah gûhist

Bîst û yek babin hemî rast û dûrîst

Hin yekî Ednan û Ma?d û hem Nezar

Mûdr û îlyasin bîzan ey goşîdâr

Mudrîke paşî Xûzeyme taze eyş

Hem Kenân e paşî Nadir bû qureyş

Malik û hem Fexr û Xâlib hem Lûwey

Ka?b û Mûrre hem Kîlâb û hem Qusey

Hem ji pişta wî Quseyî pâk û saf

Ew emanet hate nik Ebdûlmenaf

Hem ji nik Ebdûlmenaf ew mûxtefî

Hate pişta Haşim ew nûra safî

Hem ji Haşim bû emenet mûnqelib

Hate bû mêvanê Ebdûlmuttalib

Silsîlâ wî tâ bi Adem dâ û bâb

Pêkve di biçne bihîştê bê hîsab

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Hem ji Abdûlmuttelîb bû hamîle

Fatîme hem mûdde teş bû kamîle

Ji bo Abdullah bi hûkmê sabîqe

Nûra Ehmed der cebîneş barîqe

Mazharê nûrâ Mûhemmed hatî ew

Pâk û nûranî mûeyyed hate ew

Cûbbeyê Yehya di şamêdê nûmûn

Sûfekî sipî hemî têkda bû xwîn

Girtî xwinê cûbbe ê yehya çûnar

Wê demê bû yek şehîdê bê şûwar

Hişkê bû ew xwinê birin rûzîgâr

Tâ wûcudê Abdullahê namîdâr

Taze bû ew xwin û mercân bune rêz

Rahibân got ay û way exbarê nêz

Wextê rabit Ehmedê alî alem

Nasixê tewrat û încil û sanem

Hat xudanê seyf û Qur?ana mûbîn

Xwinê Yehya bû nîşana wî yeqîn

Lêk vegeryan hem sûal û hem cewab

Way û weylê kefte nav ehlê kîtab

Wan yeqî kir Abdullah hate wucûd

Ba?adawet qast kirin qetla wî zûd

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Ehlê kizb û ehlê zûr û îftira

Çendî carân hatine um-mûl qura

Abdullah der hivzê sultanê wedûd

Nûra Ehmed dafi?ê şerrê yehûd

Abdullah mezin bu ba nâz û delal

Canê Abdûlmuttalib ew meh û sal

Xweş divê babê azîzê maderê

Rohnîya malê û zîba esmerê

Şikl û sîma mislê bedrâ asîman

Nazik û ranâ û nûra xanedan

Dîlber û mehbûb û şîrîn wek şeker

Herkesî ew dî û dil lê bu duker

Dohtî çâkanî kureyş û hem ereb

Muntezir bun pêkwe bo wî roz û şeb

Her yekî hîvî dikir ew bit qebûl

Ba yekî wî qet neda meylâ wusul

Bu di aza ew ji fikrî în û an

Yumnî nûra Ehmedî bûba sîban

Rojekî wî gote babê ey emîr

Saeta ez biçme betha û sebîr

Min ji piştê tê te der nûrek mezin

Radibitê ser serê min ew ji min

Ez di bînim minqasim bu ew duker

Yek di şerqê yek di xerbê çuye der

Tête vehcespân û çapûk bide reng

Tête ser yek mislê ewrê taze reng

Ez dibînim asîman buye dû şeq

Radibit ew nurê ta bi heft tebeq

Tête veh-fil- halî zanalî maqam

Ez dibînim tête piştamin temam

Seata rûnim li ser mehda zemîn

Min acaîp tête pêşmin aferîn

Hem ji erdê tête semê ev kelam

Wî digelte Ehmed wes-selam

Her çi darê hişkê ez çume binî

Bu hîşîn kesk ji bekan pir xenî

Bû sî û sewan li ser min nagîhan

Ez ku çum bu hişk û bê belk û xûsan

Ew remz û hale babo bêje min

Gote babî rohnîya çavê di min

Çavê min mizgîn l ite ey nazenîn

Dê ji te zahir bitin şahê emîn

Hêvîya min wasiqe Dê radibîtin

Ekrêmê alem ji te peyda bitin

Eşrefê mexlûk û siltanê cîhan

Dê ji te zahir bîtin bê şik bi zan

Min dîye der xewab û mame mûntezer

Ehmed ji pişta teye canê peder

Çûnkî Ebdillahê rabû pâkî zat

Xweş li qetla wî cihûdan kir xebat

Rahib û ehbar û hem ehlê kîtab

Ji agirê kerbê hemî bune kebab

Hatine heftê cihûd ez milkê şam

Taze beyat best û ehd dane temam

Cengî û merdê dila wer şûreger

Pêkve xwarin sund û bestên taze şer

Ta neêtê kuştin ew zîba heram

Yek ji me naêtê ax û milkê şam

Rahê sehra girt ewanê kîne dûz

Mislê kûndê her bi şev çune birûz

Zû gihîştin çune dorâ mekkihê

Ketne bestan mislê ava bin kehê

Da bibîn kengî dê bêtin firsatê

Newbedar ketne kenarê heyşetê

Rojekî wan di bi çolêde meşî

Talibê neçîr û ahûyê xweşî

Wan ku di raburî Evdillah çunan

Ba tenê tenha bi çolêde rewan

Firseta xwe dîn û rabun şûr û hesin

Çun di payde mislê gûrê dev bi xwîn

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Hem di wê rojê li sedyê bu weheb

Yanî babê Emîna alî neseb

Çun seda hat û weheb lê kir nezer

Hate Evdillahê qewmê xwînceger

Refde gûrkek hate berxê newciwan

Lê belê hişyare lê zîba şivan

Nagîhan fikrî weheb di ji asîman

Hate xwarê leşgerê rewhanîyan

Xeybeyanê keksê puşî gulîzar

Hatin û jêk rakirin ew tar û mar

Terfetûl eynê cihûd berbat kirin

Wan ji iqlîmê cîhan winda kirin

Seata sirrê ji xeybê dî weheb

Maye heyran û fe maye der eceb

Çun ji Evdillahê dît ew sir û hal

Xweş li lewhê dil nivîsî ev xeyal

Ger qebul ket min daye wî Emîna

Pak û masûmê hebîb û mûqîma

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Paşî wê sirra azîm û nûr û tab

Nazîlê qelbê weheb bu îttirab

Çapûk û çespan vegerya hate mal

Wî hîkayet got ji bo mala xwe hal

Hem hîkayet ji bo zewcê weheb

Hem keramet hem ji cenga bûl-eceb

Gote zewce qence qasit bî ji min

Rabî bî çî xanedana der mezin

Bêje Evdilmittalîb min Emîna

Wê li nîk zîba afîfa mûqîna

Gotî Evdillah bi bitin ew qebûl

Temşîyet dê bit û çê bît usûl

Nazik û sîma xweş dîlber ewe

Layiqê wî babê ta wî her ewe

Hatî Evdîlmûttalîb kir ba xeber

Hem di Evdillahi hûbbê kir eser

Gotî dayê rabe ey zîba xîsal

Zewceyê bo min bi xwaze bes delal

Ba cemal û ba kemal û ba edeb

Xweş eda şîrîn lîqa alî neseb

Zu di rabu Fatîma dil şadî man

Mazirê ber suretê gûlçehre kan

Pir şepal û gûl rixanê taze eyş

Sakînanê perdeyê alê qûreyş

Dil newa û pêkve naz û qende leb

Kes nedî şîrîntir ez binta weheb

Emîna gûl bu di gûlzarê cemal

Hûsnî û bê hed qad û qamet ittîdâl

Dê çi bêjim ez cemal û marîfet

Walidê Ehmed bese her ew sifet

Fatîma dît û vegerya da mina

Gote Evdillahê behsê Emîna

Mislê wê nebûn şepal û nazenîn

Nê di dînyê ne di firdewsa berîn

Carîdî çu dît û ew nazik nîhal

Lê vegera babetin herdû heval

Hate Evdilmuttalîb rakir ji mal

Çun ji babê xwestin ew ranâ şepal

Weqîyek zîv û weqîyek zeheb

Sed şitûr sed pez e wî dane weheb

Sed beqer cûmle ciwan û samîne

Bu hinarên pêkve nexta Emîne

Hate Evdilmuttalîb vê seatê

Kir tedarîk kar û barê dawetê

Çêkirin zâd û teamam bil-eceb

Hem qureyşî xwendin û hindî ereb

Emîna xemlê ji rengê gûlşenê

Zend û bazin rêştine ji rengê hinê

Xweş newa û xweş eda hatin ereb

Cuma bu ew şeb nehê mahê receb

Wê şevê anîn nîkah û aqdê best

Bûk û zava mane şerbet dane dest

Der Mekkê meşhûrî bu ev gotina

Evdillah zavaye bûke Emîna

Hesret û kerbî hemî berbat kirin

Wê şevê sed jin temamî jê mirin

Bû û zava herdû çune xelwetê

Şahîyane kefte baxê cennetê

Zu di ridwanê vekir babê cinan

Daketin dergehê nîran nagîhan

Hur û xîlman û çem û teyr û nebat

Hatine hemd û senayê xweş lûxat

Ez demê can bexşî cîbrîlê emîn

Mijde da ehlê semawat û zemîn

Rabê mizgînî bibe ji mexlûqan re

Ji asîman û erdê ta teht-es-sere

Xûlxulê peyde bu der heft asîman

Sewtê tesbîhê melek çu lamekan

Hate xwarê Cebraîl û mijde da

Keksê alâ yek li banê Kabê da

Mijde da mexlûqê ha ê behr û ber

Cûmle heywanetan zanî ev xeber

Xweş nîda hat ez yesar û meymene

Nura Ehmed hatî çu nîk Emîne

Hatê nuranî şef-îl mûznîbîn

Hatê xeyr-ûn-nasê xetmûl mûrselîn

Wê şevê hindî sanem bun sernûgun

Textê İblîsê leîn buwa ji gun

Lew li ser suret revî teşbîhê mar

Hate gohê bo qûbeysê kir hewar

Zûryeta wî cûnle hatin bê newa

Ew çi hale bêje me wî gote wa

Lew li min çêbuye tirs û zelzele

Ba Muhemmed Emîna bu hamîle

Hatî dewra Ehmedî dewra me çu

Lat û İzza dê bikat bê av û ru

Yek j ime êdî nehiştin bit eyan

Wî li me rê girt çuna asîman

Ronîya herdu cîhan û millatan

Ummeta wî çêtirîne ummetan

Hate xwin rêzê cîhan qir seffaq

Em ji deste wî hemî dê bin helaq

Dê çi bit halê me û tedbîr û ray

Ay û way û ay û way û ay û way

Hem di sûbha wê şevê dewlet fûzun

Textê şahanê cîhan bun sernûgun

Bê tekelûm ma devê hindî milûk

Şah eger hakim eger mîrê bilûk

Emîne gote şeş meh çune ser

Min ji hemla xwe nedî qet yek eser

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Paşî şeş meh gote min awazê xeyb

Min li te mizgîne Pakîze ceyb

Wî digel te xatemê peyxemberan

Nasixê herfa kîtab û defteran

Lê di xewnê de me dîtin bê eded

Enbîya û remz û nîşan û sened

Ewwela min dî ji min nurek diçit

Qesrê bûrsa min ji Eqsa wî didît

Mahî ewwel hatî Adem teyyîba

Kir selam û gote hemlê merheba

Mahî sanî hatî Şît ez meymene

Gote min mizgîn li te ya Emîne

Mahî rabi Nuh û Xamis Hud û hem

Hatine mizgînî da min ez kerem

Mahî sadis hatî İbrahîm Xelîl

Da min mizgînî ji wê hemlê celîl

Mahî sabi hatî İsmaîl zebîh

Mijde bexşî min ji wî hemlê melîh

Mahê samin hatî Mûsa ba wefa

İbşîrêya Emîne bil Mistefa

Mahê tasi hatî îsa ji asîman

Mijde da min hatî siltanê cîhan

Ew ku şeş meh çun ji hemlê mûnqelîb

Gote Evdillahê Evdilmuttalîb

Ba ticaret dê biçita semtê şam

Der Medîne bar bikî temr û team

Wê demê dê Emîna godek bibê

Yek ziyafet lazime dawet bibê

Evdillah an meh û ruwê gûlîzar

Der Medînê şerbeta mergê wexwar

Emrê Evdillahê bîst û pênc û sal

Burî û kir ji wê dinya îrtîhal

Çun ji Evdilmuttalîb ew waqîe

Herdu çavê Emîna bun damîe

Esmerê min ma ji xelkê karîwan

Hatine pey dane ew ruh û rewan

Kan habîbê min dilê min bu dûnîm

Ax û hesret godekê min ma yetîm

Dar û ber bo wî girîn wê seatê

Av û ronîk nedînê qet mûhletê

Hem melek rabun û gotin ya kerîm

Nê hebîbê te Mihemmed ma yetîm

Malikê milkê ezîm da ew cewab

Çêtirim bo wî ji xeyra dê û bab

Ey xwedawendanê aqlê mûsteqîm

Kes nizanit qiymete dûra yetîm

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Ez rebî-ûl ewwela şeb ruşene

Heştê şev burîn li helmê Emîne

Ya nehê zail jbu ji tirs û xena

Ya dehê bu mijdedar xîf û mîna

Yanzde hem bu xûlxûl û awaz û hem

Zimzima tesbîh û hindî der herem

Diwanzde hem hil bu şemala dewletê

Emîna mabu tenê der xelwetê

Wê şevê der Kabê Evdilmuttalîb

Mabu bo tamîra erdê mûxelîb

Emîna got mam bi tenî bê mêr û jin

Ez demek tirsam û lerze hat emin

Min dî xanî ronî bu xayet belê

Çarî jin hatin ji riknê menzelê

Ba cemal û hisn û nuranî qemer

Hûlleyê istebreq û sûndûs li ber

Leleha têr ew ji ava kewserê

Zûlfîha sed tena dane enberê

Bejn û bala ser û sîmayê şefaf

Min şibhandin tuxmeyê Evdilmenaf

Yek li destê rastê hat û yek li çep

Yek li pişt û yek li pêş min ba edeb

Ew kî bun Hewa û Sara Asîye

Yek li pêş min Meryema îmranî ye

Meryemê hisn û melahat zêde bu

Palveda bu ew ji bo min tekye bu

Nagîhan bu zimzim û tesbîh û deng

Ba lûxathayê muxtelîf reng û reng

Rast û çep min di kewakip têk firin

Qafê ta qafê cîhan bu enwerîn

Pêkve dinya min dî buye qûrsê nur

Meşriq û mexrib didîtin min ji dur

Keskê alâ yek di xerbêda me dî

Yek li şerqê yek li banê Kabê dî

Emrê Cebraîl kirî mîrê mezin

Mijde da ehlê semawat û zemîn

Daketin dergahê nîran bê guman

Şahîyane hur û wîldanê cinan

Xûlxûlûn horî di qasrê cennetê

Kî dizanit kar û barê qudretê

Hatî Cebraîl melaîk fewce fewc

Çar kenarê mekkehê bune mewce mewc

Nagîhan ez tîhnî bum wê seatê

Min dî da destê min tasek şerbetê

Sipî û wek şîr şêrîn wek esel

Nê ji wê şî û esel bune mesel

Min wexwar û tîhnî çu filhal ji min

Teyrekî sipî hat û per malî di min

Wê demê min bu Mihemmed Mistefa

Nura can û madena sidq û sefa

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

Cûmle zeretê cîhan da ev nîda

Kirne gazî pêkve gotin merheba

Merheba ey sirrê furqan merheba

Merheba ey derdê derman merheba

Merheba ey canê baqî merheba

Merheba ey işşaqî saqî merheba

Merheba ey alî siltan merheba

Merheba ey kanê îrfan merheba

Merheba ey şemsê taban merheba

Merheba ey canî canan merheba

Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl

Merheba ey xasê mehbûbê celîl

Merheba ey rehmeten-lil-alemîn

Merheba ente şefî-ûl mûznîbîn

Merheba ey afîtabê bê zewal

Merheba ey mahê tabê lâyezal

Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal

Merheba ey eşînayê zûl-celal

Merheba ey nurî xurşîdê xweda

Merheba ey tû ji heq nabî cuda

Merheba matlubê alem her tû wî

Merheba ewlâdê Haşem her tû wî

Merheba ey nura heq ra mazharî

Merheba ey ewlîyan ra serwerî

Merheba hatî şivanê ûmmetê

Merheba hat bo me nura dewletê

Merheba ey bedrê alem ya mûnîr

Merheba ey xelkê girtî destegîr

Merheba siltanê cûmle embîya

Merheba ey nurê çeşmê esfîya

Ger divêtin hun ji agir bibin felat

Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat

This article is issued from Vikipedi - version of the 5/29/2016. The text is available under the Creative Commons Attribution/Share Alike but additional terms may apply for the media files.